Arkadaşını Davet Et


Ramazan TemelkuranKürtçeDestana Mir Mihemede Eyyubi 1258 - Şere Faqine Li Hember Moxolan
Ramazan TemelkuranKürtçeDestana Mir Mihemede Eyyubi 1258 - Şere Faqine Li Hember Moxolan

Destana Mir Mihemede Eyyubi 1258 - Şere Faqine Li Hember Moxolan (9786256678163)

0.00
Provider : Na Yayınları
Money Points : 0
Discount Rate : %55 Discount
Vat included : $17.22
Discounted : $7.75
Vat included : $7.75
Barkod : 9786256678163

HEMD JI BO XWEDÊ BE SELAT Û SELAM LI SER RESULÊ WÎ BE

n

 Her gel û neteweyek xwedî dîrok e. Bi dîroka xwe dijî. Dîrok tenê ne kêf û şahî ye. Di dîrokê de tevî bûyerên şadimanî û kamranî bûyerên jandar, cegersûz û biazar jî ne hindik in. Xasma di dîroka gelên rojhilat de ji bûyerên dilşadî bêtir bûyerên bi jan têne dîtin.

n

Di dîroka gelê Kurd de yek ji bûyerên jandar di vê berhemê de cih digire.

n

Gelî xwendevanên hêja ev pirtuka di destê we de behsa şerê Mîr Mihemed Kamilê Eyyûbî û Moxolan dike. Min ev pirtuk bi zimanê kurdî bi nezm nîvîsîye da ku miletê me bizanibe pêşîyên me ji bo axa xwe, welatê xwe û zimanê xwe çi cefa kêşane. Çendîn mêrxas û gernasên me ji bo ku em bikaribin îroke li ser vê xakê bijîn û bi zimanê xwe bi axivin dil û canên xwe gorî kirine.

n

Ev berhem bîranîn û qedirdaniya egîd û mêrxasên me ye. Bîranîna bûyerek ji dîroka me ye.

n

Mîr Mihemed Kamil kurê Xazî Şehabeddîn e, ew jî kurê Melik Adil e, ew jî kurê Necmeddînê Eyyûbî ye. Bapîrê Mîr Mihemed, Melîk Kamil kû Melik Adil e, dibe birayê Selaheddînê Eyyûbî.

n

 

n

Dema kû min jiyana Mîr Mihemed Kamil ê Eyyûbî xwend û ez agahdarbûm ji berxwedana wî ya herî mezin li hember Moxolan û hevalbendên wan, min xwest ku ev bûyera ku di dîrokê de pîr bi qîmet û giranbuha ye û hetanî neha veşartî maye xuya bibe û bête li ser ziman da ku ji cihet herkesî ve bête zanîn.

n

 

n

Bi emrê Xanê Îlhanîyan Hulagu leşker Farqînê dorpêç dikin û dixwazin ku Mîr Mihemed Kamil digel leşkerên wî êxsîr bikin.

n

 

n

Lê belê Ew leşkerên hatine Farqînê dagir bikin ne leşkerên Moxoliyan tênê bun. Xiristîyan û Misilman jî bi wan re bun. Weke mînak; Jî Xiristiyanan Gurcî û Ermenî ji Misilmanan jî mîrê Musilê û mîrê Mêrdînê hatibûn ser Farqînê ji bo alîkariya Moxoliyan. Bê guman ev tiştekî gelek sosrete hatina mîrê Musilê û mîrê Mêrdînê.

n

Lê belê Ew qehremanê mezin di gel miletê xwe du sala li farqînê têkoşîn û şerekî mezin li hember Moxolan û Xiristiyan û Misilmanan dike.

n

 

n

Heta ku êdî ne xwarin ne jî vexwarina wan namîne.  Pîştî xwarin vexwarina wan di qedê ew goştî keran, pisikan, kuçikan heta dawî çara wan namîne goştê însanên mirî jî dixwin.  Lê belê ew ebed dev ji berxwedana xwe û parastina welatê xwe na berdin. 

n

 

n

Dîrokvan dibêjin eger ne ji xela û nexweşîya weba ê buna, Moxolî û arîkarên wan ne dikaribûn Farqînê ji destê Mîr Mihemed Kamil û miletê wê bistînin..

n

 

n

Ev berxwedana wan li her derê bi nav û deng belav dibe. Xanê Moxoliyan Hûlagû ji kurê xwe Yeşmut re mektubekî dişîne û dibêje: Min paytexta 'Ebbasî'yan cihê xilafeta Îslamê, bajarê Bexdayê di şeş rojan de stand, lê eve du sal e hêja te ne karîye bajarê Mîr Mihemed Kamil Farqînê bistînî.  Em dikarin bibêjin ev berxwedana wan ji dewleta Memlûkan re buye minak ku heta wan zanîn ku Moxol jî maxlûb dibin..  

n

 

n

Armanca me ji nivîsîna vî pirtukê ev e ku dîroka veşartî derkeve li ser ruyê erdê û xuya bibe. Dê ku miletê me bizanibe ku di hemû deman de egît û qehreman û mêrxas ji wan hatine û bayê dîrokê guhertine..

n

 

n

WEKE TEQRÎZ

cultureSettings.RegionId: 0 cultureSettings.LanguageCode: EN