Dema hîn zarok bû pîra wî jê re çîrokên xezalan digotin. Digot: “Zemanên berê li Çiyayê Mêrasê, keça ku bi evîndarî û bengînî sewdaser bibe, heke tiştek bi serê wê de bê, ew namire, bi sêhrê dikeve û di sûretê xezaleke kovî de bi çol û çiyê dikeve. Li bendê ye ku xortê hezkiriyê wê bê û wê ji wî halî derxe û bigihîjin hev. Gava hezkiriyê wê bê cem, ew jê nareve û diçe li cem wî disekine. Her çend di şeklê xezalê de be jî, di rastiya xwe de ew însan e. Wexta destê hezkiriyê wê pê bikeve û dest bidê, ew eyar û kirasê xezalbûnê ji xwe dike û ji nû ve dirûvê însên pê dikeve û dibe însan. Bi vî awayî her du evîndar digihîjin miradê xwe.”
Internet Explorer tarayıcısının 9.0 ve daha eski sürümlerini desteklememekteyiz. Web sitemizi doğru görüntüleyebilmek için tarayıcınızı güncelleyebilirsiniz, güncelleyemiyorsanız başka bir tarayıcıyı ücretsiz yükleyebilirsiniz.